Heyder Ebadî: Divê pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareser kirin

Bexda-KDP.info- Namzetê Şîeyan bo pêkanîna kabîna nû ya hikûmeta Iraqê Heyder Ebadî ragehand ku divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê bên çareser kirin.
Ebadî derheqê danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya İraqê de got: “Prosesa danûstandinên pêkanîna hikûmetê bi awayekî erênî birêve diçe. Em dixwazin hikûmetekê pêkbînin ku hemû şiyanan li xwe bigire.” Lewra Ebadî daxwaz ji hemû fraksyonan kir ku kesên xwedan şiyan diyar bikin bo wergirtina postên hikûmetê.
Derheqa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Ebadî wiha axifî: “Divê pirsgirêkên navbera hikûmeta Bexdayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor destûra bingehîn a İraqê bên çareser kirin.”
Evna di demekê de ye ku 10.09.2014 dema dawî ye û divê Heyder Ebadî heta wî wextî kabîneya xwe diyar bike. Lê li gor çavdêrên siyasî zehmet e heta wê demê kabîneya nû were pêkanîn, ji ber heta niha tu rêkeftin di navbera aliyên siyasî de nehatine kirin.




