26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: DAIŞê ji bo xwedûrgirtin ji êrîşên asmanî tektîkên xwe guhertiye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî li gel kanala CNN de behsa rewşa dawî û êrîşên terorîstên DAIŞê kir û ragihand ku çekdarên DAIŞê ji bo xwedûrgirtin ji êrîşên asmanî tektîkên xwe guhertiye û tirimbîlên medenî bi kartînin.

Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel kanala CNN a Amerîkayî ragehand ku êrîşên asmanî yên balefirên şer ên Amerîkayê û derbên ku hêzên pêşmerge li terorîstên DAIŞê dixin bûne sedem ku terorîst paşeve wekêşin û bo parastina xwe taktîkên xwe biguhrin û hewl didin bi bikar anîna tirimbîlên medenî xwe ji wan êrîşan rizgar bikin.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku niha terorîstên DIŞIê weke berê bi karwanên mezin hatuçû nakin û hewl bo bikar anîna tirimbîlên medenî didin daku bi vê rengî xwe ji êrîşên asmanî û êrîşên bejayî yên hêzên pêşmerge biparêzin.

Derbarê dom kirina êrîşên asmanî bo ser terorîstan û bandora wan êrîşan Mesrûr Barzanî got: “Berfire kirina çarçoveya êrîşên asmanî û lêdana lîderên DAIŞê vê bandoreke gelek zêde li ser wan terorîstan bike.”

Derbarê girîngiya bendava Mûsilê de jî bo DAIŞê Barzanî got: “Terorîstên DAIŞê bo ku bendava Mûsilê di destê xwe de bihêlên şerê man û nemanê dikin û ew yek jî ne bi vê wateyê ye ku terorîstên DIŞIê dev ji êrîş kirin bo ser deverên din yên nû berdin.”

Terorîstên DAIŞê di destpêka meha Tebaxê de êrîşî Kurdistanê kirin û karîn li çend deveran de pêş bikevin lê jiber siyasetên rast û dirost yên Serok Barzanî û hevkariyên Amerîkayê ew hevsengiya han hate guhertin û hêzên pêşmerge bi piştgîriya êrîşên asmanî yên Amerîkayê karî beşeke zêde ji wan deveran ku ketibûn destê terorîstan rizgar bike û niha terorîst hewl bo paşve kêşandina xwe didin û li hember hêzên pêşmerge lawaz bûne lê ew tişta ku cêyê pirsêye helwesta hikûmeta karbirêker ya Malikiye jiber ku rê nade hevkariyên navnetewî bigehêjin destê hêzên pêşmerge, ew hevkariyên han hevkariyên welatên cîhanî ne ku bo hêzên pêşmerge şandine jiber ku pêşmerge di şûna cîhanê de niha li Îraqê de şerê terorê dike.

Nûçeyên têkildar