26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Herêma Kurdistanê yasaya rêxistina xwepêşandanan red kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlê-KDP.info- Ji ber vê rewşa niha ku Kurdistan têde derbas dibe û bi mebesta zêdetir rêxistin û parastina asayişa bajar û bajerokên Herêma Kurdistanê û rêyekê ku ji aliyê dijminan bikar bê ji bo karkirin li ser asayişa Neteweyî, Serokatiya Herêma Kurdistanê yasaya rêxistina xwepêşandanan red kir.

Piştî ku bi rêkeftina frakisyonên cuda yên nav Parlamentoya Kurdistanê, birgehên yekemîn û sêyemîn û çaremîn ji madeya yekemîn a yasayê rêxistina xwepêşandanan hat serast kirin, û birgeha şeşemîn liser hat zêdekirin û ji Serok Herêma Kurdistanê re hat şandin ji bo pejirandina wê, lê Serok Barzanî li gor biryara hijmare 2 ji birgeha yekemîn ji madeya 10mîn  ji yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê hijmare 1 a sala 2005 hat hemwarkirin û ji ber vê rewşa niha ku Kurdistan têde derbas dibe û bi mebesta zêdetir rêxistin û parastina asayişa bajar û bajerokên Herêma Kurdistanê û rêyekê ku ji aliyê dijminan bikar bê ji bo karkirin li ser asayişa Neteweyî, di demekê de ye ku rastî êrîşekî qirêj ji aliyê dijminan bûye, biryar da bi: Redkirina yasaya hijmare 3ya sala 2014 yasaya sererastkirina yem yasaya rêxistina xwepêşandanan li Herêma Kurdistanê-Iraq hijmare 11ya sala 2010.

Nûçeyên têkildar