25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PYDê derketina kesên temen ji 18 heta 30 salî ji Rojava qedexe dike

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Desteya Navxwe ya Kantona Cezîrê ya PYDê, biryarekî derxistiye û arasteyî asaiyşa giştî ya reveberiya xwe kiriye û têde daxwaz dike ku nabe rê bide tu welatiyekî temen ji 18 heta 30 salî ku ji Rojavayê Kurdistanê derkeve.

Di daxuyaniya Kantona Cezîrê ku wêneyek jê ketiya destê me, hatiye: “Em daxwazê biryarekê derxînin û arasteyî navend û beşên asayişê li kantonê, heta ku rê nedin tu welatiyekî temen ji 18 heta 30 salî ku ji Rojavayê Kurdistanê derkeve û rê tenê bidin wan kesên ku razîbûna rêveberiya Kantonê bi dest xistibe, ku ji asayişê razîbûn anîbe.”

Hêjayî gotinê ye ku ev biryar piştî yasaya xizmeta îcbarî ya Kantona PYDê, hatiye ragihandin, daku ciwan ji rojava dernekevin û xizmeta wan bikin.
 

Nûçeyên têkildar