Merkel: Şandina çekan bo Pêşmergeyan pêngaveke girîng bû

Hewlêr-KDP.info- Engela Merkel ragihand ku eger metirsîdar be jî, şandina çekan bo Pêşmergeyan pêngaveke girîng bû
Li gor nûçeyek Ajansa Rueterê, şêwirmenda Almanya, Engela Merkel dibêje şandina çekên Almanî bo Hêzên Pêşmerge pêngaveke girîng bû.
Engela Merkel Şêwirmenda Almanya îro ragihand ku, piştî bîrkirin û lêkolîneke zor me pêngaveke girîng avêt ew jî pirçekkirina Hêzên pêşmerge bû.
Merkel şandina çekan bo Pêşmerge berawird kir bi pirsa yekgirtina herdu Almanya di sala 1990an de , bûyerên Yuguslavya ya berl û şandina hêz bo Efxanistan piştî hêrişên 11 Îlonê.
Merkel aşkere kir ku, şandina hêzên Almanî bo Iraqê egereke dûr e lê şandina rahêneran bo Herêma Kurdistanê egerek nêzîke bo perwerdekirina pêşmergeyan.




