Serok Barzanî û Biden serkeftinên Pêşmerge û proseya siyasiya Iraqê giftûgo kirin

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir û herdu aliyan serkeftinên Pêşmerge û proseya siyasiya Iraqê giftûgo kirin.
Êvariya îro yekşem 24.08.2014 Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîkali rêya telefonê ve peywendiyê bi Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.
Li vê peywendiyê da Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka spas û destxweşiyên xwe bi Serok Barzanî ragihand ji bo serkeftinên Pêşmerge yên li bereyên rûbirûbûna dijî terorîstan û piştevanî û palpiştiya welatê xwe jî ji bo hêzên Pêşmerge yê li şerê dijî terorê da dûpat kir.
Di derbarê proseya siyasiya Iraqê Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka hêvî xwest ku pêkanîna Hikûmeta nû li ser bingeheke dirust û dabînkirina bawerî û çareserkirina hemû kêşeyan bê.




