Tevahiya navçeyên sînorê Mexmûrê di bin destê Pêşmerge de ne

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên Pêşmerge li sînorê Mexmûrê hemû navçeyên wê deverê cardin xistin bin destê xwe.
Helgurd Hikmet, rêveberê raguhandin û hişyariya Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Îro Hêzên Pêşmerge êrîş kirin ser çekdarên DAIŞê û karîn navçeya Baqirtên û gundên derdora wê kontrol bikin, ku berya demekê ketibû destê wan terorîstan.”
Emîd Helgurd, got jî: “Bi girtina Baqirtên û derdora wê jî, niha Hêzên Pêşmerge ew navçe bi temamî kontrol kirine û niha Pêşmerge li wan navçeyan cîgîre.”




