Hikûmeta Herêmê kar ji bo bi jînosayidnasîna karesata Şingalê dike

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike daku karesata Şingalê wek jînosayid bê naskirin, ji bo vê mebestê jî komîteyek hatiye pêkanîn.
Mehmûd salih, Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan yê hikûmeta Herêma Kurdistanê di kongreyekê rojnamevanî de ragihand: “Piştî rûdana wê komkûjiya ku ji aliyê DAIŞê ve derheqê Kurdên Êzdî hat encamdan, Civata Wezîrên komîteyek pêkanî ku ji aliyê Wezareta Şehîdan û ya Karûbarên civakî û fermangeha peywendiyên derve û nûnerê Kurdên Êzdî pêk hatiye, daku bikaribin ji aliyê meydanî û komkirina belgeh û agahiyên derbarê wê karesatê kom bikin, daku ew karesat li navxwe û Iraqê û cîhanê bi jînosayid bê naskirin.”
Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan yê hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî: “Îro komîteya me yekemîn civîna xwe encamda, ji bo ku em dest bi karê xwe bikin û daxwaz ji hemû aliyan dikin ku hevkariya me bikin bo ew karesat bi jînosayid bê naskirin.”




