26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Senatorekî Amerîkî: Divê em hemû hevkariyeke pêwist bidin hêzên Kurdî li Iraq û Sûriyê

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Serokê Komîteya Karûbarê Derve yê Kongresa Amerîkayê Ed Rose, daxwaz ji serokê Amerîkayê Barack Obama kir ku hemû hevkariyeke pêwist bide hêzên Kurdî li Iraq û Sûriyê.

Ed Rose, serokê Komîteya Karûbarê Derve yê Kongresa Amerîkayê, di daxwiyaniyekê de ji televizyona CNN a Amerîkî re piştgiriya xwe bo êrîşên balefirên Amerîkî li nav axa Sûriyê jî anî ziman û got: “Divê em êrîşî pêgeh û baregahên DAIŞê yên li Sûriyê jî bikin, eger berî niha me ew pêngav biavêta, niha ew desthilata wan çênedibû.”

Rose, ragehand ku ew naxwazin leşkerên Amerîkî bo şerê çekdarên DAIŞê bişînin İraqê û wiha axifî: “Li Amerîkayê piştgiriya şandina hêza leşkerî nayê kirin ku biçin şer, lê pirsyar evna ye gelo em hevkarî û piştgiriya Pêşmerge bikin? Gelo em piştgiriya Artêşa Azad a Sûriyê bikin ku şerê DAİŞ’ê dike? Divê em bilez alîkariya wan bikin û her çi pêwist be pêşkêş bikin wek çekên giran û yên antî tank, ku niha gelekî pêdiviya wan pê heye.”

Ew senator Amerkî dibêje: “Aliyê herî yê vê mijarê, hebûna gotûbêj û hevahengiyê ye di navbera Kongres û îdareya Amerîkayê de, da em stratejiyeke zelel bidin pêşiya xwe, daku em gavan biavêjin bo alîkarîkirina hêzên Kurdî ku wek take hêza çekdar tê dîtin li meydana şer dijî DAİŞ û pêdiviya wan bi alîkariya me heye.”

Nûçeyên têkildar