Baştire Kurd pêdagiriyê li ser wergirtina Wezareta Darayî û Petrolê bike

Hewlêr-KDP.info- Birîkarê berê yê Wezareta darayî ya Iraqê dibêje, divê Kurd pêdagiriyê liser wan wezaretan bike ku ji bona Kurdistanê pêwîstin. Herwiha diyar dike ku hemû pereyên Herêma Kurdistanê ku Bexda nedane, deynin û divê bide.
Dr. Fazil Nebî, birîkarê perê yê Wezareta Darayî, di daxuyaniyekê de ligel KDP.info got: “Beriya niha jî nêrîna min ew bû ku Kurd pêdagiriyê li ser Wezareta petrolê bike, ji ber ku kêşeya me ya mezin ligel Bexdayê, petrole, raste alozî li ser kêşeya darayî ye, lê girifta sereke li ser petrolê ye. Eger Kurd Wezareta petrolê wernegrin divê ya darayî werbigrin.”
Derbarê rêjeya hemû ew pereyên ku Bexda ji Herêma Kurdistanê re neşandiye, Fazil Nebî, diyar kir ku rêjeya wan pereyên ku deynin li ba Bexdayê, tirilyonek û 700 milyar dinar in.




