Celewle.. Piraniya dergehan di destê Hêzên Pêşmerge de ne

Celewle-KDP.info- Berpirsêkî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ragihand, ku piraniya degehên Celewle di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne û tenê yek rê di bin destê DAIŞê de ye.
Kameran Mihemed, berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Celewle, ji KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge ji navçeya Celewle nêzîk bûne, ku piraniya dergehan kontrol kirine û tenê yek rê di destê DAIŞê de maye.”
Kameran Mihemed got jî: “Sedema neçûna Pêşmerge bo nav Celewle vedgere ji bo wê yekê, ku gelek bomb û teqîn li ser rê danîne, lewra heta niha neçûne nava Celewle, yana dikarin bi hesanî biçin û kontrol bikin.”
Berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Celewle, Kameran Mihemed di dawiya gotina xwe de got: “Mixabin îro bomerk bi otombîla hêzên polîsên hewarçûnê ve li gundê Husêniye teqiya û di encam de 4 Pêşmerge şehîd bûn û yek jî birîndar bû.”




