26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge ji Zumarê gelekî nêzîk bûne.. Emîrê DAIŞ kuştin

Çavkanî: KDP.info

Zumar-KDP.info- Berpirsêkî Partiya Dîmokrat a Kurdistanê (PDKê) dibêje, emîrê DAIŞ ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatiye kuştin û niha Pêşmerge gelekî nêzîkî Zumar bûne û dikarin di nava tenê seatekê de wî bajerokî kontrol bikin.

Hesen Xelo, berpirsê navçeya Dîcle ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ji KDP.info re ragihand, niha Hêzên Pêşmerge piraniya gundên derdora Zumar kontrol kirine û gelekî jê nêzîk bûne, lê bi sedema danîna bomb û teqînan liser riyan û nebûna ferman, heta niha neçûne nav wî bajerokî.

Xelo amaje bi wê yekê kir ku hêzên Pêşmerge bi temamî di rewşa amadebaşiyê de ne û çekên nû ketine destên wan û di rewşa seata sifir de ne û çaverê fermanê dikin daku Zumar kontrol bikin, eger Pêşmerge êrîş bike dê di nava tenê seatekê de wî bajerokî kontrol bike.

Berpirsê navçeya Dîcle ya PDKê li Zumar ragihand, niha hijmara çekdarên DAIŞ li navçeyê gelekî kêm bûye, ji ber ku doh êvarê emîrê DAIŞ li navçeya Zumar bi nave Ebduqadir Tileferî di bombebaranekê Hêzên Pêşmerge de bi xwe û çend çekdarên din hatin kuştin, ku ew kes xelkê Tilefere û bi xwe bombe çêdikirin, û tevahiya teqînên wê deverê jî bi rêya bombeyên wî ve hatine encamdan.

Nûçeyên têkildar