26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Devera Qeracê ya Mexmûrê ket destê hêzên Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

Qerac-KDP.info- Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ragihand ku Hêzên Pêşmerge karîn li eniya Mexmûr-Guwêrê di operasyonekê de devera Qeracê ji destê çekdarên DAIŞê derbixin.

Îsmaîl Hemed, Berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ji KDP.info re ragihand: “Îro danê sibê Hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê kirin, û pêşrewî kirin heta ku devera Qerac tev gundên wê ku 50 gundin kontrol kirin.”

Hemed got jî: “Ziyanekî mezin gehiştiye çekdarên DAIŞê û hijmarek terêm li şûna xwe hiştin û çend optmbêl hatin şewitandin.”

Ew Berpirsê navçeya (PDKê) radighîne ku “niha ew navçe di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye û ji çekdarên DAIŞê hatiye paqij kirin.”

Ji aliyekî din ve, Selîm Sûrçî, ji hêza piştevaniya yek li eniya Mexmûr ku niha li nava sentera bajarê Qerace, ji KDP.info re ragihand: “Niha devera Qerac û 8 gundên wê ji terorîstên DAIŞê hatine paqijkirin û Pêşmerge di pêşrewiyê de ne û ew çekdar direvin.”

Sûrçî got jî: “Cihê dilxweşiyê ye ku bi kontrolkirina wê deverê ji aliyê Hêzên Pêşmerge, ti ziyanên me ên canî nebûn, lê hijmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndar kirin, ji bilî ziyanên madî.”

Nûçeyên têkildar