26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Hewlêr û Helebçe kernevala serxwebûna Kurdistanê bi rêve çû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li herdu bajarên Hewlêr û Helebçe kernevala serxwebûna Kurdistanê bi rêve çû û beşdarbûyan daxwaza serxwebûna Kurdistanê kirin.

Doh saet 5ê êvarê li bajarê Hewlêrê Karnavala Serxwebûna Kurdistanê ji ber avahiya Daîreya Paseportan dest pêkir û bi heta ber baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê bidawî bû.

Di karnavalê de ku sloganên “Em Serxwebûna Kurdistanê Dixwazin” hatin bilindkirin û li ber Ala Kurdistanê sirûda Ey Raqîb hat xwendin, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê amade bûn û bi alên Kurdistanê festîval xemilandin.

di Karnavala Serxwebûna Kurdistanê de pankartek hatibû çêkirin û beşdarvanan bi xwîna xwe ew pankart mohr dikirin, ku serxwebûna Kurdistanê dixwazin. Rêkxerên karnavalê dan zanîn ku dê wê pankartê bidin rayedarên Neteweyên Yekbûyî yên li Hewlêrê ku serxwebûna daxwaza hemû gelê Kurd e û bi xwîna xwe mohr kirine.

Herwiha wek hemû parêzgehên din ên Kurdistanê, doh kernevala serxwebûna Kudistanê li parêzgeha Helebçe birêve çû.

Bi amadebûna hejmarek zor li tevahiya çîn û pêkhateyên xelkê Helebçe û dewrûberê wê, mersîma kernevalê li peykerê Omer Xawer destpê kir û li pêşiya baxçeya giştî ya bajêr bi dawî hat ku têde çendîn gotar derbarê xwexwebûna Kurdistanê ji aliyê amadevanan ve hate pêşkêş kirinê.

Nûçeyên têkildar