Asayiş: Rewiş di bin kontrolê de ye û aram e

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Asayişa Hewlêrê, xelkê piştrast dike ku tu metirsî li ser Hewlêrê nîne û bajar aram e.
Vê êvarê otombîlek li Hewlêrê teqiya, û li gor agahiyan ku li cihê bûyerê dest KDP.info ketine, otombêl ku îro teqiya, ji corê Honda Tokson bû, teqe pêve hatibû kirin, û bi rêya kontrolê hatiye teqandin.
Emîd Tarîq, Rêveberê Asayişa Hewlêrê, ji KDP.info re ragihand: “Em xelkê piştrast dikin ku tu metirsî nîne û bajar aram e, rewşa Hewlêr cîgîre û di bin kontrola hêzên emnî de ne.”
Her div ê bare deRêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di encama teqînê de tenê 4 kes bi sivkî birîndar bûne.”
Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê, herwiha ragihand ku “lêkolîn li ser bûyerê berdewame û em welatiyên xweştevî ji encamên wê agahdar dikin, û wan piştrast dikin ku rewiş di bin kontrolê de ye û asayî ye.”




