Hejmara qurbaniyên teqînên Kerkûkê gehişt 85 kesan

Kerkûk-KDP.info- Vê êvarê li taxa Rehîmawa û navçeya rêya Bexdadê li nêzîkî qadên ahengan li bajarê Kerkûkê 3 teqîn rû dane û li gor zanyariyên destpêkê qurbanî hene.
Li gorî jêdrekê ewlekariyê 2 otombêlên bombekirî li navçeya rêya Bexdadê hatine teqandin û otombêla sêyem jî li navçeya Rehîmawa hatiye teqandin.
Li gorî jêderêkî pizişkî ku da zanîn ku li gor amarên destpêkê di her sê teqînan de 22 kes şehîd bûne û zêdetir li 65 kes jî birîndar bûne.




