26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civan mînaka zarokên ku hatine revandin.. PYDê bi zorê wan dibe

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Li gor nûçeyekê tora nûçeyên Newrozê ya nêzîkî YPGê, çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê, zarokekî 14 salî ku xelkê Qamişlorevandine û 45 rojan li serbazgehekê rahênan de ku rasterast PKKê serperiştiya wê dike, dihêlin.

 

Zarokekî 14 salî bi navê Civan Hesen Yusif, ji dayikûyê sala 2000 li bajarê Qamişlo, winda bibû û dema ku malbata wî lêgeriyan, naskirin ku çekdarên ser bi asayişa PYDê bi hinceta nivîsandina nave wî, ew bi otombîlekê dibin serbazgehekî YPGê li gundê Seranî li nêzîkî bajerokê Tirpesipiyê.

 

Li gor agahiyan tora nûçeyên Newroz, dema ku dayika wî zarokî diçe wê serbazgehê û pirsa kurê xwe dike, fermandeyê wê serbazgehê lê mukur nayê, lê dayika wî dengê hewara kurê xwe dike, û dema ku wî dibîne, di hindirê odeyekê de girêdayî dibîne, piştî diyrbûna cihê wî, ew fermande ji dayika wî re dibêje, heta bi dawî hatina rahînana wî, tu kes nikare wî bibîne.

 

Civan 14 saliye û xwendenanê pola 7ye û bi xwe nexweşe û pêwîstiya wî bi neştergeriyê heye lê niha jî çekdarên YPGê wî zarokê nexweş rahênan dikin.

Her li got agahiyan, li heman serbazgehê, 60 heta 70 zarok temenê wan 13 bo 16 saliye di rahênanê de ne.

Nûçeyên têkildar