Joe Biden: Pêdiviya Iraqê bi federaliyeke aktîf heye

Ajans-KDP.info- Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden ragehand ku pêdiviya Iraqê bi “federaliyeke aktîf” heye bo çareserkirina nakokiyan û got: “Amerîka amade ye di vê mijarê de piştgiriya İraqê bike.”
Joe Biden Cîgirê Serokê Amerîkayê, daxwaz ji aliyên siyasî yên Iraqê kir jî ku hevdû bigirin bo rûbirûbûn û jinavbirina çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ku bûye metirsiyeke mezin.
Biden di gotarekê de ku rojnameya Washington Post belav kiriye, wiha dibêje: ‘’Amerîka amade ye li dijî DAIŞ’ê piştgiriya İraqê bike.”
Joe Biden herwiha tekez kir li Iraqê federaliyeke aktîf dikare nakokî û pirsgirêkan çareser bike.
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden wiha axifî: “Amerîka amade ye di çarçoveya stratejiya projeya aktîf de piştgiriya Iraqê bike. Herwiha armanca me hemûyan e piştgiriya İraqê bikin li dijî çêbûna dewleteke terorîst di nav dilê Rojhilata navîn de.”




