25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fuad Husên: Eger Pêşmerge neçûbana Kerkûkê DAIŞê dê karesat li dijî Kurd û Ereb û Turkimanan encamdabana

Çavkanî: KDP.info
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, ragihand ku hebûna eşîrên sunnî li devera Şingalê nehîşt hêzên Pêşmerge bi hewara Şingalê ve herin, û tekez kir ku Hêzên Pêşmrge li ser daxwaza ofîsa Malikî  çûn Kerkûkê, û dibêje Pêşmerge rêgirî li drustbêna karesatekê mezin li dijî Ereb û Kurd û Turkimanan kir, ku eger DAIŞê derbasî nav bajarê Kerkûkê bûna.

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, di hevpeyvînekê de digel rojnameya Şerq el Ewset a Erebistana Siûdî, ragihand ku çekdarên DAIŞê heta niha jî tehdîd in li ser Herêma Kurdistanê.

 

Fuad Husên li ser vekişîna hêzên Pêşmerge li hember DAIŞê jî got, “vekişîna hêzên Pêşmerge li beramber DAIŞê ji ber arêşeyên kordînasyonê bû ji ber ku eniyên şer pir berifreh bûn lê niha ew pirsgirêk hatiye çareserkirin û hêzên Pêşmerge pêşve diçin. “

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Sînorê navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 1500 kîlometr e ku ji Mûsilê dest pê dike heta başûrê bajarê Xaneqînê diçe her wiha li nav Mûsil, Kerkûk û Celewlayê jî şer heye.”

 

Husên tekez kir ku “Hêzên Pêşmrge li ser daxwaza ofîsa Malikî  çûn Kerkûkê, û dibêje Pêşmerge rêgirî li drustbêna karesatekê mezin li dijî Ereb û Kurd û Turkimanan kir, ku eger DAIŞê derbasî nav bajarê Kerkûkê bûna.”

 

Fuad Husên diyar kir ku “dema DAIŞ nêzîkî Hewlêrê bû di warê çek û cebilxaneyê de ji hêzên Pêşmerge bihêztir bû. DAIŞ bi gellek otomobîlên zirhî, mûşek û top û çekên pêşketî hatibû şerê pêşmergeyan lê niha rewş hatiye guhertin û pêşmerge bihêztir in. “

 

Li gorî Fuad Husên, “hebûna eşîrên sunnî li navbera Herêma Kurdistanê û devera Şingalê bû sedema wê ku hêzên Pêşmerge nekarin bi hewara Şingalê ve herin ji ber wan eşîran alîkariya DAIŞê dikirin û li dijî Pêşmerge şer dikirin her wiha lawaziya fermandehiya hêzên Pêşmerge li Şingalê û hovîtiya DAIŞê sedemên din ên girtina wê deverê ji aliyê DAIŞê ve bûn.”

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê eskere kir ku “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hinek rayedarên din ên Kurdistanê ewqasî mijûlî eniyên şer in tenê 2 saetan radizên.”

 

Fuad Husên got: “Çend roj berî bûyerên Mûsilê, Serokê Herêma Kurdistanê li derveyî welat bû, ez ligel rêveberê ofîsa Malikî Tariq Necim ketim têkiliyê, ji ber ew hevalê Malikî ye û bi asanî dikare xwe bigihêniyê. Min jêre got pêşniyar bike daku Malikî bi xwe ligel berpirsên  din ên leşkerî û ewlekariyê bên Hewlêrê, bicivin û biryareke bilez bidin, ji ber egera kontrolkirina Mûsilê ji aliyê DAİŞ’ê ve bûye rastî.”

 

Husên da zanîn ku bersiva Tariq Necim wek axaftinên Nûrî Malikî bû û wiha axifî: “Tariq Necim got ku sond dixwim eger Pêşmerge biçin nav Mûsilê, piştî arambûna rewşê jê venakişin. Lê piştre roja 10.07.2014, rêveberê cîbicîkar ê ofîsa Malikî, Hamid Mûsewî ligel min ket têkiliyê û got ku ez li ser navê serokwezîr ligel te diaxifim. Daxwaz kir ku em Hêzên Pêşmerge bişînin Kerkûkê, ji ber DAİŞ wê derê jî kontrol dike, loma hêzên me li ser daxwaza Malikî çûn nav Kerkûkê.”

 

Nûçeyên têkildar