Wezareta Pêşmerge: Tu hêzekî PKKê ji bo hevkariya Pêşmerge nehatiye Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku tu hêzek ji Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ji Qendîlê nehatine bo hevkariya Hêzên Pêşmerge û ewên ku niha li sengera şer dene, tenê Hêza Pêşmerge ye.
Televizyona Al-arabiya El-hedes, di raportekê de behsa wê yekê dike ku Hêzên Pêşmerge û PKKê bi hevre li dijî çekdarên DAIŞê şerdikin, lê Wezareta Pêşmerge wê yekê red dike.
Helgurd Hikmet, rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ji KDP.info re ragihand: “Niha hêzên Pêşmrge bi dirêjahiya 1050 km li hember terorîstan di şer dene, raste em wek Gelê Kurd hemû aliyek hevsozin, û çendîn welat hevkariya Herêma Kurdistanê dikin, lê ewê ku niha li dijî terorîstan şer dike, tenê Hêza Pêşmerge ye û niha tu hêzekî din li wan sengeran nîne.”
Hikmet dibêje: “Raste li Mexmûrê PKKê hebû, û li ser sînorê Sûriya jî YPGê hebû, lê wana bergirî li xwe dikirin û ji bo parastina xwe li wan navçeyan bûn, û di wê barê de hevkariya Herêma Kurdistanê kiriye, ev jî bo parastina xwe.”
Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ew yek jî diyar kir ku: “Ne raste, hêzekî PKKê ji Qendîlê bo hevkariya Hêzên Pêşmerge nehatine Herêma Kurdistanê, yên ku li sengerên şerin tenê Pêşmerge ne.”




