Şanda danûstandina li Bexda: Daxwazên me pirsên ax û Pêşmerge û aborî ne.. Divê bûdceya Herêmê vegere

Bexda-KDP.info- Endamêkî şanda danûstandinan a Kurd ligel frakisyonan dibêje, wan behsa wê yekê kir ku daxwazên me zelalin, ku pirsên ax û Pêşmerge û aborî ne, “me ji wan re gotiye eger hûn dixwazin em rêkbikevin, pêwîste bûdceya Herêmê vegere û piştre bi yasa pirsa budce û petrolê û bi tewafiq çareser bibe.”
Zana Rostayî endamê şanda danûstandinan a Kurd, ji KDP.info e ragihand: “Doh şanda me, di nav xwe de civiyan, ji bo amadekirina karnameya xwe bo danûstandina ligel aliyên siyasî, û biryar hat sitendin ku destpêkê nêrîna aliyan werbigrin û piştre vegerin Herêma Kurdistanê û ligel serkirdatiya Kurd wan nêrînan dinirxînin. Ev qonxa yekemîn dibe, û li qona duyemîn jî emê daxwazên xwe bidin wan.”
Zana Rostayî got: “Piştî civîna me ya yekemîn, em ligel serokomarê Iraqê Dr. Fuad Mehsûm civiyan, daku nêrîna wî jî werbigrin û mifayê li boçûnên wî jî bibînin.”
Rostayî got: “Di civîna doh de, Hevpeymana Nîştîmanî îtîraf bi wê yekê kir ku ji ber wan û kiryarên kesayetî, komek kêmasî derketine û pêwîste bên çareser kirin.. Di heman demê de, ew bilezin ji bo pêkanîna hikûmetê û daxwaz dikin ku em nerimbin û ji aliyê pirensîpan ve rêk bikevin, piştre em bên ser hûrgiliyan.”
Zana Rostayî diyar jî kir: “Me daxwaza gerentiyê kiriye derbarê her rêkeftinekê di navbera me de û me gotiye divê Neteweyên Hevgirtî û balyozxaneya Amerîkî û hemû lêveger amadebin, ji ber ku di rêkeftinên borî de û sozê wan de,me ezmûnekî baş heye.. Herwiha me di civînên xwe de tu wereqe nedaye wana.”
Hevdem Zana Rostayî dibêje: “Me behsa wê yekê kir ku daxwazên me zelalin, ku pirsên ax û Pêşmerge û aborî ne, me ji wan re gotiye eger hûn dixwazin em rêkbikevin, divê bûdceya Herêmê vegere û piştre bi yasa pirsa budce û petrolê û bi tewafiq çareser bibe.”
Zana Rostayî di dawiya gotina xwe de got: “Biryare îro em bi tenê ligel Heyder Ebadî bicivin û piştre ligel Encûmena Bilind a Îslamî hevdîtinekê pêkbînin.”




