Danîmarka jî dê di warê leşkerî û mirovî de alîkariya Kurdistanê bike

Ajans-KDP.info- Wek gelek welatên din ên Ewropayê Danîmarka jî biryar da ku di warê leşkerî û însanî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
Wezîrê Derve yê Danîmarka Martin Lidegaard, ragehand ku piştî civîneke 5 saetî li Wezareta Derve ya Danîmarkayê, bi beşdarbûna serokên fraksyonên parlamentoyê, hemû aliyan lihev kir ku Danîmarka di warê leşkerî û însanî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
Martin Lidegaard, da zanîn ku biryar hatiye standin balefireke C-130 Hercules vê alîkariya leşkerî bighîne Herêma Kurdistanê. Alîkariya leşkerî jî çek û pêdiviyên din ên serbazî li xwe digire.
Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Martin Lidegaard, tekez kir ku evna tenê ne şerê Pêşmergeyan e ligel DAİŞ’ê, lê belê şerê hemû cîhanê ye ligel Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) û got: ‘’Loma divê di vî şerî de civaka navdewletî alîkariya Pêşmergeyan bike.’‘




