Serokwezîr Barzanî sersaxî ji malbata rojnamevanê amerîkî, Fuly re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di nameyekê de sersaxî ji malbata rojnamevanê amerîkî yê bi navê James Fuly, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû kuştin, re xwest û wiha got: “Vê kiryara kirêt rûyê reş yê rêxistina terorîstî ya DAIŞê derxist holê lê ez hîvdar im ev rêxistin dê di şer de ji nav biçe.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di nameyekê de sersaxî ji malbata rojnamevanê amerîkî James Fuly û gelê Amerîka re xwest û ragihand, gellek mirovên bêguneh ên êzîdî û mesîhî jî mîna Fuly ji aliyê rêxistina terorîstî ya DAIŞê ve bi awayekî hovane hatine kuştin.
Nêçîrvan Barzanî hevxemî û sersaxiya xwe ji gelê Amerîkayê re jî anî ziman û got, ev karekî dirrindane û hovane ye ku li dijî jiyana mirov, hestên malbat û dostên wî her wiha hemû cîhanê hatiye kirin. Birastî fêmkirina vî karê kirêt gellekî zehmet e.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku rojnamevan James Fuly dixwest aliyên tirsnak ên şer û mirina mirov eşkere bike û bi kameraya xwe dixwest êş û elemên xelkê sivîl ên Sûriyê nîşanî hemû cîhanê bide û wiha got: “Birastî ez nikarin vê xemê bînim ziman lê ez hêvdar im rêxistina terorîstî ya DAIŞê dê di şer de ji nav biçe.”
Rêxistina DAIŞê duh vîdyoyek belav kir ku tê de çekdarekî serê rojnamevanê amerîkî James Fuly jêdikir.
Paşê hat ragihandin ku çekdarê ku serê Fuly jêkiriye welatiyê Brîtanyayê bûye.
Rojnamevan James Fuly ku li Sûriyê şer dişopand, sala 2012an ji aliyê çekdarên radîkal ên îslamî ve hatibû revandin.




