26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Niha rojane 200 bermîl petrol bi rêya boriyan tê hinardekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewêr-KDP.info- Piştî bidawîhatina kar û barên teknîkî di boriyên petrolê de, hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê dest pê kiriye û niha rojane 200 bermîl petrol bi rêya wê boriyê tê hinardekirin.

Li gor Reutersê, ku pişta xwe bi çavkaniyên pîşesazî yên Tirkiyê girêdaye, piştî bidawîhatina karên geşepêdana boriya serbixwe ya hinardekirina petrolê ji Kurdistanê bo Tirkiyê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.

Li gor heman ajansê, niha rojane 200 bermîl petrol bi rêya wê boriyê tê hinardekirin, di demekê de ku berî karê pêşxistina wê boriya petrolê, rojane 120 hezar bermîl petrol dihat hinardekirin.
 

Nûçeyên têkildar