Başîk.. Pêşmerge sê gundên din ji çekdarên DAIŞê hatin paqijkirin

Başîk-KDP.info- Hêzên Pêşmrgeyên Kurdistanê li mîhwera Xazir di pêşrewiyê de berdewamin û îro jî karîn sê gundên din jî ji çekdarên terorîstên DAIŞ hatin paqijkirin.
Seîd Memozînî, berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Dîmokrat a Kurdistanê li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Îro danê sibehê Hêzên Pêşmerge li binarê çiyayê Zerdek li mîhwera Xazir di pêşrewiyê de bûn û hersî gundên Esqof û Kanî Kewane û Baezra yên ser bi navçeya Başîkê bi temamî ji çekdarên terorîstên DAIŞê hatine paqijkirin.”
Memozînî got jî: “Pêşmerge niha bi moralekî bilind di pêşrewiyê de berdewamin û terorîstên DAIŞê wek hercar li hember hêzên Pêşmerge hatin şikestin û eviyan, ku gava direvin çekên xwe jî li şûna xwe dihêlin.”
Brpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê zêdetir got, Hêzên Pêşmerge ziyanekî mezin gehandin terorîstên DAIŞê.




