25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komîteya lêkolîna li ser bûyerên Şingalê berdewame û dê kêmtirxem bên dadgah kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku komîteya lêkolîna li ser bûyerên Şingalê dest bi karê xwe kiriye û niha li ser lêkolînên xwe berdewame, û ew komîte dê biryar bide dê kî bê dadgehkirin.

Helgurd Hikmet, rêvberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê komîteyekî yasayî pêkhatiye, ku 3 kesin û nûnerê serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge jî têde ne û lêkolînan li ser bûyerên Şingalê dikin û heta niha jî lêkolîn berdewamin.”

Hikmet got jî: “Heta niha komîteyê karê xwe bi dawî neaniye û berdewame li ser karê xwe, dê bi xwe birarê derbarê wan bûyeran bidin ku kî kêmtirxem bûn, û dê bên dadgahkirin.”

Nûçeyên têkildar