NY: Şingal xirabtirîn bûyera sedsalê ye

Ajans-KDP.info- Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser destdirêjiya ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li ser zarok û jinên Kurd ên Êzdî hatiye kirin, bêdengiya xwe şikand û ew wek “Xirabtirîn bûyera sedsala nû” binav kir.
Serokê Ofîsa Rêxistina Zarokan a ser bi NY (UNICEF) li Iraqê, Marcello Babilli eşkere kir ku, dîlên ji dest DAIŞê rizgar bûne, çîrokên dilêş derbarê revandin, kuştin û destdirêjiya li ser jin û zarokan vedibêjin.
Marcello Babilli di vê derbarê got jî: “Destdirêjî kirin û binpêkirina ku derheqê jin û zarokên Êzdî de hatine kirin, xirabtirîn bûyerên sedsala nû ne.”
Ji aliyê xwe, Îbrahîm Sîsaî, ku pispore di parastina zarokan de li rêxistina UNICEF, diyar kir ku çîrokên heta niha bihîstine diltezên in.




