Bi sedemekê nediyar.. Endamekî PDKê li mala xwe hat kuştin

Hewlêr-KDP.info- Endamê Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) yê Encûmena Kerkûkê Îbrahîm Bêtel bi sedemekê nediyar li mala xwe hat kuştin.
Berpirsê asayişa Kerkûk, Ferhad Heme Elî ji KDP.info re ragihand, endamê PDKê yê Encûmena Kerkûkê Îbrahîm Bêtel, şeva borî li mala xwe li taxa Kurdistanê rastî êrîşa çekdarî hat. Di encama êrîşê de Bêtel jiyana xwe ji dest da.
Ferhad Heme Elî, diyar jî kir ku heta niha sedema kuştina wî ne diyare û derbarê êrîşê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.




