Fransa dixwaze li dijî DAIŞê stratejiyeke cîhanî hebe

Ajans-KDP.info- Serokkomarê Fransayê François Hollande, derbarê rewşa ewlekariyê ya Iraqê û rûbirûbîna DAIŞê de, daxwaz ji welatên cîhanê kir ku stratejiyeke hevbeş deynin.
Hollande got: “Divê stratejiyeke baş li dîjî rêxistina DAIŞê bê danîn ku hino hino ber bi rêxistineke organîzekirî ve diçe û gelek pere û çekên modern di destê wê de ne, bi vêna jî bo welatên İraq, Sûriye û Lubnanê gef in.”
Serokkomarê Fransayê herwiha daxwaz kir ku ji bo çawahiya danûstandina ligel çekdarên DAIŞê li İraq û Sûriyê, kongreyeke navdewletî were lidarxistin û wiha axifî: “Em nikarin bi gotûbêjên teqlîdî li ser mijara destêwerdan an jî destênewerdan, bighin hîç encamekê, lê divê ji bo rûbirûbûna vê rêxistinê stratejiyeke cîhanî bê danîn.”
Hêjayê gotinê ye piştî bûyerên Şingalê û destpêkirina şer di navbera Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û çekdarên DAIŞê de, herwiha koçberbûna bi hezarn Kurdên Êzdî ji ber êrîşên DAIŞê, Fransa yekem welat bû ku amadebûna xwe pêşan da di warê însanî û leşkerî de alîkariya Kurdistanê bike.




