Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê tevahiya pêkhateyên din bêyî ti cudatî diparêze

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Patirîkê Antakiya û Rojhilata Navîn Cardinal Mar Beşar Butrus û heyeteke pê re kir ku pêk hatibû ji hijmareke kesayetiyên olî yên Mesîhî û berpirsên dezgehên taybet bi Mesîhiyan yên li Iraq, Kurdistan û Cîhanê, û di wê hevdîtinê de ragihand ku hikûmeta Kurdistanê tevahiya pêkhateyên din bêyî ti cudatî diparêze.
Di destpêka hevdîtinê de heyeta mêwan jiber hevkarî kirin û piştgîrî kirina hikûmet û gelê Kurdistanê ji Awareyên Mesîhî sipasiya hikûmet û gelê Kurdistanê kir û heyet eşkere kir ku hikûmet û gelê Kurdistanê her çawe care berê jî hevkariya wan welatiyên Mesîhî kiribû ku ji Başûrê Iraqê jiber gefên terorîstan hatibûne Kurdistanê vê carê jî bi heman rihê hevkariya wan Mesîhiyan kiriye ku jiber DIŞIê berê xwe dane Kurdistanê.
Heyet di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku serdana awareyên Mesîhî kirine û bi çavên xwe rewşa wan ya baş dîtine û awareyên han li Kurdistanê de hest bi aramî û ewlekarî dikin, em vê rastiyên wan karesatan ku li ser wan welatiyan û kemenetewên olî ên din hatine û herwiha ew hevkariyên ku ji aliyê hikûmet û gelê Kurd ve pêşkêşî wan awareyan hatine kirin vê bo Vatikan, Amerîka û Cîhanê weguhzin û daxwaza vê yekê dikin ku civaka Cîhanî mekanîzmek bo parastina deverê û tevahiya pêkhateyên deverê amade bike.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana heyeta han diyar kir û got: Hatina we bo Kurdistanê bo me cureyek piştgîriye, hikûmeta Kurdistanê tevahiya pêkhateyên din bêyî ti cudatî diparêze û bo hevkarî kirina wan li gor karînên xwe tev digere û ev pêkhateyên han xwedan kokên hezar salîne li Kurdistanê de û beşekin ji me, lê ew tiştên ku diqewmin asta hêz û karînên hikûmeta Kurdistanê derbas kirine û niha Kurdistan şerê tevgereke terorîstî nake beku şerê dewleteke terorîstî dike ku gelek bihêz û pirçeke.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de piştgîriya xwe jî bo damezrandina mekanîzmeke Cîhanî bo parastina welatiyên Mesîhî û welatiyên din li deverê de diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku hikûmeta Bexdayê piştî sala 2003an bo pirçekkirina hêzên pêşmerge ti gavek neavêtiye û ti çekek ji Pêşmerge re neşandiye ku îro bikarêbe pê şerê DAIŞê bike lê DAIŞê xwedan çekên pêşkeftî û bihêz ên artêşa Iraqê ye lewre karînên leşkerî yên Kurdistanê jî têrê vê yekê nakin ku bi wan şerê dewleteke terorîstî were kirin, lê Pêşmergeyên Kurdistanê derbên dijwar li DAIŞê dane û gelek dever û navçe jî ji destê DAIŞê rizgar kiriye lê ew şera han pêdiviya xwe bi hevpeymanî û hevkariya navnetewî heye.




