26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya civaka navdewletî dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya civaka navdewletî dike û hevkariyên mirovî  û piştgiriya siyasî û diplomasiya welatên Amerîka, Fransa, Birîtaniya, Îtaliya, Kanada, Norvêj, Tirkiye, Îran, Îmarat, Poloniya, Komara Çekê, Macaristan, Austiriya, Japon, Urdin, Civta Asayîş û ajansaên Neteweyên Yekgirtî ku pêşkeşî bi herêma Kurdistanê dikin, bilind dinirxîne.

Hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiyên xwe pêşkeşî bi serok Obama dike û biryara encamdana êrîşên asimanî li dijî hêzên tariyên DAÎŞ ku xelikê bê tawan li Kurdistanê û mînorîteyên dêrînên Îraqê weke; êzidî, mesîhî, şebek û grûpên din yên biçûk dikuje, talan dike û derdixe, bilind dinirxîne. Em ji navçûna wan mînoriteyna û olan ditirs in eger demildest êrîşên rêxistina terorîstiya DAÎŞ nehên rawestandin. Em ditirsan ku, tevkujiyeke sertaserî dijî van grûpên bêdesthilat encam bidin. Herwesa em ji wê yekê ditirsan ku, aydolojiya nevirovaneya kuştin û serbirînê bibe gef li ser hebûna Kurdistanê ku, li Îraqê êkane herêma biîstîqrar, demokratîk û bitolerans e.

Hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje: “Em sipasiya wan hemû mêr û jinan dikin yên ku, di sopaya Amerîkayê de êrîşên yekalîker li dijî hêzên terorîstên DAIŞê encam didin. Em pir ji dil sipasiya civata karûbarên derve ya Yekêtiya Ewropayê dikin bo wê biryara ku, rê ji welatên endam di wê Yekêtiyê de û nûnerên wan li Hewlêrê ji bo dabînkirina alavên leşkerî bo hikûmeta herêma Kurdistanê dide.”

Hikûmeta herêma Kurdistanê hevkariyên mirovî  û piştgiriya siyasî û diplomasiya welatên Amerîka, Fransa, Birîtaniya, Îtaliya, Kanada, Norvêj, Tirkiye, Îran, Îmarat, Poloniya, Komara Çekê, Macaristan, Austiriya, Japon, Urdin, Civta Asayîş û ajansaên Neteweyên Yekgirtî ku pêşkeşî bi herêma Kurdistanê dikin, bilind dinirxîne.

Hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje: “Careke din em sipasiya hemû serkirdeyên siyasî, parlamenter, berprisên leşkerî, tîmêm rizgarkirinê, ajansên Neteweyên Yekgirtî, tîmên saxlemiyê, hêzên pêşmerge û hemû xelkê dikin ku, yaku li ser wan bû ji bo rizgarkirina zêdetirîn hijmara hevwelatiyan, encam dane.”
 

Nûçeyên têkildar