26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge emîrekî DAIŞ li Tilefer û Bendava Mûsilê kuştin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Li nêzîkî bendava Mûsilê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rûbirûyê çekdarên DAIŞê bûn û emîrekî wan kuştin, ku serperiştiyarê Tilefer û Bendava Mûsilê bû.

Seyîd Memozînî, berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li nêzîk bendava Mûsilê di rûbirûbûna ligel çekdarên DAIŞê de, karîn emîrekî wan bi navê Ednan Keriş, ku bi Ebu Şiwan tê naskirin, kuştin. Ew emîr xelkê qezaya Tilefer bû, û emîrê bendava Mûsilê û Tilefer bû, termê wî jî birin Tilefir.”

Memozînî got jî: “Ev çend rojin terorîstên DAIŞê li bajarê Mûsilê, piştî ku hijmarek mezin ji çekdarên wan hatin kuştin û rastî şikestinekê mezin bûn, ku zêdetirî 100 kuştiyên wan bi destê Pêşmerge hebû, niha jî berê we dane Sûriye.”

Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê, Seyîd Memozînî, zêdetir got jî: “DAIŞ li nav Mûsilê bê hêvî bûne, li gor agahiyên me, ew ji aliyê çepê ji bajarê Mûsilê derketine û çûne aliyê rastê. Ew dizanin Pêşmerge hertim bi dilsozî û mêrxasî berevaniyê  dikin.”

Nûçeyên têkildar