Serok Barzanî piroseya siyasî ya Iraq û damezrandina hikûmeta nû bi derfetekî baş û firseta dawî da zanîn

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî, derbarê piroseya siyasî ya Iraq û damezrandina hikûmeta nû bi derfetekî baş û derfeta dawî da zanîn, da ku kêşeyên kuyîr ên Iraqê bên çareserkirin, herwiha di hevdîtina xwe de ligel wezîrê derveyê Swêdê dûpat kir ku nabe armanc tenê avakirina hikûmetê be, lê belê pêwîste nehcekî nû hebe û şaşiyên bûrî dubare nebin, eger heman reftar û şaşitî dubare bibin, dê qeyran û kêşe firehtir bibin.
Îro sêşemê li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwazî li Wezîrê Derveyê Swêdê Karl Bîlt û şanda pêre kir ku ji hejmarek parlamenterên Yekîtiya Ewropayê pêkhatibû.
Di destpêkê hevdîtinê de Carl Bildt diyar kir ku li gel heyeteke komîteya hevkariya mirofatî ya YEê bo piştgîrî kirina Kurdistanê ew serdana han pêk anîne û tekez li ser vê yekê kir ku Swêd û YEê amadene di her warî de bi taybetî li dijî terorê hevkariya Kurdistanê bikin.
Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de jiber hevkarî kirin û piştgîrî kirina awareyan û herwiha parastina wan ya li hember terorîstan spasiya hikûmet û gelê Kurd kir û tekez li ser vê yekê kir ku YEê amadeye heta ku qirîza mirofatî li Îraqê û herwiha metirsiya terorê li Îraqê bidawî dibe hevkariya Kurdistanê bikin û tişta girîng bo me parastina jiyana wan awareyan û dabîn kirina pêdiviyên jiyanê yên wan awareyane.
Li hember de jî Serok Barzanî bixêr hatina heyeta mêwan kir û serdana han jî bo Kurdistanê bi girîng wesif kir.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rewşa niha ya Kurdistanê û pêdiviyên Kurdistanê ên bi hevkariya dost û civaka Cîhanî kir û got: “Niha gelê Kurd şerê dewleteke terorîstî dike ku ne girêdayê ti pîwer û pirensîbeke mirofatiyê ye.”
Derbarê rewşa awareyan de jî Serok Barzanî got: “Bicîh kirin û hevkarî kirina wan awareyan bo me erkê mirofatî û nîştimaniye û cêyê serbilindiyê ye bo me ku kariye ev hijmara zêde ya awareyan li Kurdistanê de biparizin.”
Serok Barzanî herwiha daxwaz ji heyeta mêwan kir daku hana civaka Cîhanî bide bo ku hevkariya wan awareyan bike jiber ku hevkarî kirina ew hijmara zêde ya awareyan ji derveya karînên Kurdistanê ye lewre lazime civaka Cîhanî û tevahiya aliyên têkeldar berpirsiyartiya xwe bi cîh bînin.
Di berdewamiya hevdîtina han de bi awayekî berfire behsa metirsiyên teror û terorîstan û ew tawanên dij bi mirofatî ku li dijî xelkê Kurdistanê û welatiyên Mesîhî kirine hate kirin û hate gotin ku lazime bilez pêşiya wan terorîstan were girtin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de behsa prosesa siyasiya Îraqê jî hate kirin û heyeta mêwan eşkere kir ku Swêd û YEê hana aliyên siyasî yên Îraqê didin daku, hikûmeteke pir alî û bi beşdariya tevahiya aliyan dabimezrînin daku bikarêbe qirîzên heyî çareser bike û li hember teror û terorîstan jî raweste.
Heyet herwiha tekez li ser vê yekê kir ku Kurd di demên derbasbûyî de di nava porsesa siyasiya Îraqê roleke gelek girîng lîstiye û em daxwaz dikin ku Kurd di pêvajoya nû de jî ew rola han bilîze.
Her di vê derbarê de jî Serok Barzanî eşkere kir ku damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê derfeteke baş û dawîn derfeta Îraqê ye boku bikarêbe kêşeyên heyî çareser bike û nabe bi tenê armanc pêk anîna hikûmetê be belku dibe eqilyet jî were guhertin daku şaştiyên berê neyên dubare kirin jiber ku eger şaştiyên berê werin dubare kirin vê demê qirîz û kêşeyên heyî aloztir dibin.
Di dawiya hevdîtina han de behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Swêdê jî hate kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên han di her warî de kirin.




