Artêşa Iraqê nekarî Tikrîtê ji DAIŞê bistîne

Ajans-KDP.info- Artêşa Iraqê ku îro bi alîkariya hêzên asimanî yên wî welatî hewl da bajarê Tikrîtê yê Iraqê ji destê çekdarên DAIŞê derbixe biser neket û vekişiya.
Îro artêşa Iraqê operasyoneke berfireh li dijî çekdaêrn DAIŞê yên li bajarê Tikrîtê da destpêkirin. Di operasyonê de jibilî hêzên bejayî hêzên asimanî jî beşdar bûn.
Lê efserekî artêşa Iraqê ji ajansa Reutersê re gotiye, çekdarên DAIŞê li başûrê bajêr ew dane ber topan û bi tundî êrişî wan kirine ji ber wê jî ew neçar man vekişin.
Wî efserî iraqî ku navê xwe eşkere nekiriye, daye zanîn ku hinek çekdarên DAIŞê biyanî bûn û ezmûneke baş li şerê Sûriyê peyda kirine.
Li gorî rapora Reutersê, hêzên iraqî li rojavayê Tiktrîkê jî rastî êrişa nîşançiyên DAIŞê bûne her wiha gellek mîn bi wan de teqiyane lewma nekarîn derbasî nav bajêr bibin.




