Çek gehitîne.. Li gor pêwîstiya mîhweran çek dabeş dibe

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku demekê ku çek ketin destê wezaretê, dê her rasterast ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve serperiştiyê bike û mîkanîzma dabeşkirinê jî li gor pêwîstiya mîhweran dibin, ku wezîrê pêşmerge dê bi xwe serperiştiya wê bike.
Helgurd Hikmet, rêveberê giştî yê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji KDP.info re ragihand: “Heta niha çek ji aliyê Amerîka û Frensa negehiştine destê me, ku core wan başe û çend watekî din jî amadebûna xwe ji bo hevkariyê nîşan dane.”
Derbarê corên wan çekan jî Helgurd Hikmet got: “Gelek corên çekan gehiştine destê me, ku corên giran jî di nava wan de ne, ji wan top û hawen, doşke, 106, 82 ml û arbêcê û çend corên din ku niha şer bi wan tê kirin.”
Rêveberê giştî yê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, tekez jî kir ku corek rokêt di nava wan de ye ji bona şikenandina Hemeran, û tenê li Frensa heye, daxwaz jî kirine ku ji bona wan bên şandin û niha li hêviyê ne ku bighên.
Helgurd Hikmet ragihand, bi tu awayî destê hizbî di dabeşkirina çekan de nîne, dê wezîrê Pêşmerge bi xwe serperiştiya wî karî bike, û li her cihekî pêwîstî bi çek hebe dê bidin wan, û heta niha çek ji bona gelek mîhweran hatiye şandin.




