25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Deynên Kurdistanê li ba Bexdayê 14 tirilyon dînar in û daxwaza hemûyan dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Herêma Kurdistanê daxwaza hemû deynên xwe ji Bexdayê dike û parlamenterekî Kurd li encûmena nûnerên Iraqê jî red dike ku Kurdistan bi wergirtina budceyê cend mehekê razî bibe.

 

Li gor ajansên Iraqî, hikûmeta Iraqê razîbûna xwe li ser şandina mûçeyê 2 mehan yên fermanberên Kurdistanê nîşan daye, lê nûnerên Kurd li Bexdayê red dikin ku mûçe bi kêm û kûrtî werbirin.

 

Rênas Cano, parlamenterê encûmena nûnerên Iraqê, ji KDP.info re got: “Bi tu awayî em dem ji dînarekê jî bernadin, divê Bexda hemû deynên Kurdistanê bide, di kombûna dawî de ku me baykot kiribû, raporta komîteya darayî hat xwendin, nêrîna nûnerên Kurd li ser nebû, lewra divê hemû mafên Kurdistanê vegrin jêre, niha jî ew pereyên ku emanetin li ba Bexdayê divê vegerin ji ber ku peryên xelkê Kurdistanê ne.”

 

Li gor agahiyên KDP.info, hikûmeta Iraqê pereyên Herêma Kurdistanê yên 8 mehan neşandiye, ku dike 14 tirilyon dînar.

Nûçeyên têkildar