Ferhan Cewher: Dema PDKê nîne ku xwe bi şerê ragihandinê mijûl bike
__2014_08_19_h12m58s45__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Parlamenterekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) dibêje, ew şerê li ser ragihandinê ku hinek alî li dijî PDKê dest pê kirine, PDKê jêre ne valaye, ji ber ku erkên mezintir û pêwîsîtir li pêşiya wê ne.
Ferhan Cewher, parlamenterekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ji KDP.info re ragihand: “Em dibînin ku ev demeke beşek ji endamên ser bi balekî YNKê, hemû sînorê xwe li dijayetîkirina PDKê derbaskirine, li hemberde PDKê xwe bêdeng kiriye, gelo Gelê Kurd çi sud û mifakê ji wî çerî dibînin, tenê dikeve berjewendiya terorîst û dijminê gelê me.”
Ew parlamenter dibêje: “Çima di vê dema hestiyar de wan êrîşan dikin, niha Kurdistan ji her demekî din zêdetir pêwîstaiya xwe bi yekrêzî û yek dengiyê heye.”
Parlamenterekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) dibêje: “Niha dema PDKê nîne ku xwe bi şerê ragihandinê mijûl bike, PDKê jêre ne valaye, ji ber ku erkên mezintir û pêwîsîtir li pêşiya wê ne. Hêvîdarim dawî bi wî şerê xwe bînin ku tenê û tenê dikive berjewendiya dijminên Gelê Kurdistanê.”




