Omêd Xoşnaw hişyariyê dide hinek endamên YNKê

Hewlêr-KDP.info- Serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li parlamentoya Kurdistanê, dilgiraniya xwe li hember êrîşên “nerewa û nerast” yên hinek berpirs û parlamenter û rojnamevanên Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNKê), diyar kir û dibêje êdî dem hatiye ku em bêjin, emê bêdengiya xwe bişkînin û emê persiva wan dengan bidin ku dixwazin destê xwe yê pîs bi me paqijkin.
Omêd Xoşnaw, serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li parlamentoya Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Ev demeke û bi taybetî piştî bûyerên vê dawiyê jî, hinek endamên YNKê li ser asta serkirdatî, parlamanter û rojnamevan jî, bi awayekî neberpirsane mamele dikin û axaftinên seyir û ecîb dibêjin.. Heta li ser asta cade û kolanan jî em hest dikin ku girupa vî û wî bi êrîşên terorîstên DAIŞê dilxweşin û bi mebest hewl didin xelkê bixin rewşa dudilî.”
Xoşnaw zêdetir got: “Ji bilî wê haleta ku min behis kir, dixwazin tevahiya serweriyê Pêşmergeyên Kurdistanê, bikin hizbî û çend kesên ku li nav koşik û telaran de dijîn, bikin qehreman û kurê xelkê ku li sengerên bergiriyê jî perawêz bixin û bi çavekî kêm li wan dinêrin.”
Wek Serokê frakisyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê dibêje, di wê dema bûrî de ji ber çend sedemekî wana xwe bêdeng kiribû, ku ew sedem jî evin: “Me xwe ji ber yekrêziyê bê deng dikir, herwiha me didît ku bergirî li axa Kurdistanê û bi hewarçûna koçberan, ji hemû tiştekî girîngtire. Ev demeke me gotiye, em dema xwe di vê rewşê de bi we mijûl nakin, gelek caran jî me li berdilê we daye ji ber kêşeên we yên navxweyî, û em ji wê yekê fêmdikin ku yekîtiya we û nebûna yekdengiya we newiha hesane, lê dema ku hûn sînorê xwe derbas dikin, emê jî neçar dibin ku bêjin ji nivre bêdengbûna li hember bo tohmetên we, me dixin pêşiya berpirsaretiyekê nîştîmanî û neteweyî.”
Omîd Xoşnaw, wek hişyariyekê zêdetir got: “Bêdeng bin baştire, yana hiqasî rastî di destê me de hene ku eger em wa ji raya giştî re eşkere bikin, dê rewşa we ji niha xerabtir lê bê.”




