26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Derve yê Swêdê: Em piştîvanê Herêma Kurdistanê ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt, ragehand ku bi vê serdana xwe ya Kurdistanê xwestin rewşê ji nêzîk ve bibînin û got: “Me xwest peyama xwe bighînin hemû aliyekî ku di rewşa niha de em piştîvanê Herêma Kurdistanê ne.”

 

Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt doh êvarkî bi serdanekê gehişte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Piştî bêhnvedaneke kurt, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Bildt û şandeke bilind a ligel kir ku ji hejmarek berpirsên dezgehên Yekîtiya Ewropa û herdu balyozên Yekîtiya Ewropa û Swêd li Iraqê pêk dihatin.

 

Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt, kêfxweşiya xwe anî ziman ku serdana Kurdistanê kiriye û behsa helwêsta welatê xwe û Yekîtiya Ewropayê kir bo piştgirîkirin û alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorîstên DAİŞ’ê de. Bildt, tekez kir ku bi vê serdanê xwestine rewşê ji nêzîk ve bibînin û wiha axifî: “Armanceke din jî ew e ku em peyama xwe bighînin hemû aliyekî ku di vê rewşê de em piştîvanê Herêma Kurdistanê ne.”

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî da zanîn ku hatina şanda Swêdî bo Kurdistanê peyameke rast dighîne gelê Kurdistanê ku di rojên wiha de ne bi tenê ye. Barzanî bal kişand ser şerê Hêzên Pêşmerge ligel çekdarên DAİŞ’ê û got: “Herêma Kurdistanê li ser pûçkirin û şikandina terorîstan pêdagir e. Niha pêdiviya Herêma Kurdistanê bi çek û kelûpelên leşkerî yên modern heye daku bikaribe baştir rûbirûyê terorê bibe.”

 

Nêçîrva Barzanî bibîrxist ku rewşa însanî ya penaber û koçberan gelekî dijwar e û wiha pêde çû: “Tişa heyî karesateke însanî ye, loma çavê Herêma Kurdistanê li alîkariya navdewletî ye daku bikaribe wek pêwist hevkariya koçber û derbideran bike.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir ku dê hikûmeta Kurdistanê hemû pêkhateyên neteweyî û olî biparêze û alîkariya wan bike.

 

Di dawî de herdu aliyan hêvî kir ku proseya siyasî li Iraqê bikeve ser rêya xwe ya rast û pêkanîna kabîneya nû bibe destpêka qonaxeke nû ya siyasî li İraqê ku hemû alî têde beşdar bibin.

 

Nûçeyên têkildar