Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan pabende bi parastina kultûrê pêkvejiyan û lêbordinê
__2014_08_19_h0m0s11__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Wezîrê derveyê Lubnanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi kultûrê pêkvejiyan û lêbordinê dike, ku bi hezaran sale li Kurdistanê heye û dûpat kir ku Herêma Kurdistanê pabende bi parastina wî kultûrî û tişta ku ji destê wê bê dê bike.
Îro duşemê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê derveyê Lubnanê Cubran Basîl û şanda pêre kir, û di wê hevdîtinê de Basîl serdana xwe wek nîşana piştgîrî û piştevaniya ligel Herêma Kurdistanê da zanîn.
Serokwezîrê Kurdistanê dakokî li ser wê yekê kir ku pêwîste guhertin bi temamî li ser awayê hikumraniyê li Iraqê bê kirin û pirsên siyasî bên çareserkirin, da ku piroseya siyasî li Iraqê berdewam bibe, û tekez kir ku dê Kurdistan beşdariyê di proseya siyasî ya Iraqê de bike û danûstandin û giftûgo dest pê dikin.
Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi kultûrê pêkvejiyan û lêbordinê dike, ku bi hezaran sale li Kurdistanê heye û dûpat kir ku Herêma Kurdistanê pabende bi parastina wî kultûrî û tişta ku ji destê wê bê dê bike.




