Nêçîrvan Barzanî: Divê civaka navdewletî bi hewara wan ve bê û hevkariya hikûmeta Kurdistanê jî bikin

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokê komîteya berevaniya li parlamentoya Brîtanya Rorî Stiyoart, girîngî bi dengewehatina nêvdwetetî bo Herêma Kurdistanê û berdewamî ew piştevaniye ket ber behsê û herdû alî hevrabûn li ser girîngiya peydakirina parastinekî nêvdewletî bo ew cihên ku Kurdên Êzdî û Mesîhî û Şebek û Turkiman lê dimînin û gef li ser navçeyên wan in.
Îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serokê komîteya berevaniya li parlamentoya Brîtanya Rorî Stiyoart kir ku li ser daxwaza serokwezîrê Brîtanya derdana Herêma Kurdistanê kiribû.
Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku tenê Herêma Kurdistanê nikare bi hewara koçbera ve biçe, ku ev 7 mehin Bexda budceya Kurdistanê neşandiye û hikûmeta Bexdayê tu alîkarî nedaye wan, tewra divê civaka navdewletî bi hewara wan ve bê û hevkariya hikûmeta Kurdistanê jî bikin.
Di beşeke dinî vê hevdîtinê de girîngî bi dengewehatina nêvdwetetî bo Herêma Kurdistanê û berdewamî ew piştevaniye ket ber behsê û herdû alî hevrabûn li ser girîngiya peydakirina parastinekî nêvdewletî bo ew cihên ku Kurdên Êzdî û Mesîhî û Şebek û Turkiman lê dimînin û gef li ser navçeyên wan in.




