26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kenalên cîhanê pêşrewiya Pêşmerge di rizgarkirina Bendava Mûsilê bilind nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mêrxasî û qehremaniya Mensûr Barzanî, fermandeyê lişkerê taybetê Yek û Gulan, li dijî terorîstên DAIŞê, di rizgarkirina bendava Mûsilê de, dibe raportên sereke yên gelek kenalên asmanî û manşêtên rojnameyên navdarên cîhanê.

Jib o girtina bendava Mûsilê şerekî giran bi fermandeya Mensûr Barzanî, fermandeyê leşkerê taybetê Yek û Gulanê di navbera Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de bi piştevaniya hêzên asmanî yên Amerîka birêve çû.

Kenala asmanî CNN ya Amerîkî di raportekê de behsa pêşrewiyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li navçeyên bendava Mûsilê dike, ku çawa bi qehremanî êrîş kirine ser binke û navendên DAIŞê û bi awayekî mezin ew terrorist şikenandine û ew naçarkirine ku birevin, herwiha karîne ji bendavê jî derbas bibin û herdû gundên Sehlic û Ên manîş li başûr rojhelata bendavê ji terorîstan hatiye paqijkirin.

Fermandeyê navenda hêzên Sontyako ya Amerîkî eşkere kir ku di encama du operasyonên asmanî de belafirên şer yên Amerîkî li nêzîkî bendava Mûsilê, sê otombêl û patiryotêk ligel molgeyekê û xalekî dinî alavên DAIŞê ji nav birine.

Hêjayî gotinê ye, destpêka vê mehê terorîstên DAIŞê destê xwe danîne ser bendava Mûsilê û ew bendav bi temamî control kiribûn, lê doh hêzên Pêşmerge bi serkirdatiya Mensûr Barzanî ew bendav xistin bin destê xwe.
 

Nûçeyên têkildar