25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Daxwaza Qedaseta Papayê yaku pêşkêşî civaka Cîhanî kiribû tê wata ku em ne bi tenê ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê li gel nunerê Papayê Vatikanê civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku ew wisa ji daxwaza Qedaseta Papayê yaku pêşkêşî civaka Cîhanî kiribû fêm dikin ku ew ne bi tenê ne.

Îro Şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê Papayê Vatikanê Cardînal Fernando Filoni û heyetek pê re kir.

Di destpêka hevdîtinê de Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Filoni û heyeta pê re bo Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser serdana berê ya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya bo Roma û got: “Serxweşî li we û xwe dikin ji ber ew karesatên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li ser birayên me yên Mesîhî û Êzidî hatine meşandin û rastiyek heye ku ew jî ewe em hemu li dijî ew tundrewiya han pêk ve bûn.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa helwesta Qedaseta Papayê kir û tevgerên vî jî bi girîng wesif kirin û got: “Em wisa ji daxwaza Qedaseta Papayê yaku pêşkêşî civaka Cîhanî kiribû fêm dikin ku em ne bi tenê ne.”

Şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa jiyana Awareyan jî kir û wisa axaftinên xwe domand: “Ew rewşa han demkiye û pişt bi xwedê tê derbas kirin û got: “Nêzî yek miliyon û 200 hezar Aware li Kurdistanê de hene û 250 hezar Penaberên Sûrî û nêzî 100 hezar Awareyên din ji xuşk û birayên Mesîhî li Kurdistanê de dijîn û derbarê parastina ewlekariya wan de jî weke Serokê Kurdistanê got: Ya em hemu bihevre dimirin an jî em bihevre dijîn.”

Mesrûr Barzanî behsa prensîbên Şêx Ebdulselam Barzanî yên derbarê lêbûrîn û bihevre jiyanê di navbera pêkhateyên Kurdistanê de kir û got: “Em li ser wan prensîban dimeşin û hebûna Mesîhiyan li Kurdistanê de bo me gelek girînge û em naxwazên ji welatê xwe dûr kevin, ez bawerim ew komkujiya Şengalê çend me êşandiye her wisa jî we êşandiye û serdana we û herwiha piştgîriyên Qedasta Papayê piştgîriyeke gerim dide me.”

Pişt re Cardînal Filoni jî di peyvekî de sipasiya Mesrûr Barzanî kir bo pêşwaziya han û behsa serdana xwe bo kempa Awareyan kir û berxwedana qehremanane ya hêzên pêşmerge bilind nirxand û got: “Min serdana hêzên pêşmerge kir û ji nêz ve spasiya wan kir.”

Cardînal herwiha behsa pêşkeftin û pêşev çûnên heyî yên li Kurdistanê de jî kir tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan weke muzayikê ye û ew jî yek ji fakterên bihêz yên Kurdistanê ye û her berdek ku ji vê muzayika han were derxistin vê ciwanî û başiya xwe ji dest bide.

Nûçeyên têkildar