26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dê 11 kamp ji bo koçberên li Dihokê bên vekirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Parêzgarê Dihokê ragihand ku heta niha 79 hezar malbatên koçber li Dihokê hatine tomar kirin ku eger her malbatek ji 4 kesan pêkhatibe, wata 400 hezar koçber berê xwe dane Dihokê, lewra bername hee ku 11 kampan ji wan re vekin, heta ku bi dirustî xizmeta wan were kirin.

Ferhad Etrûşî, parêzgarê Dihokê, di kongreyekî rojnamevanî de got: “Niha parêzgeha Dihokê ji qonxa pêşwazîkirina koçberan çûe qonaxa bicîhkirina û hewandina wan, niha jî me dest bi diruskirina kampa kiriye, di bernameya me de ye ku em 11 kampên nû ji wan re vekin, heta ku em karibin bi awayekî baştir xizmeta wan bikin.”

Parêzgarê Dihokê herwiha diyar kir: “Berdewam şandên hikûmeta Herêma Kurdisanê serdana koçberan dike û li ser pêdviyên wan dikole, niha jî li ser fermana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî 35 heta 40 milyon dolar ji bo hevkarîkirina koçberan hatiye terxankirin û dê ji bona bedakirina pêdviyên wan bê xerickirin.”
 

Nûçeyên têkildar