Dihok.. Li mizgeftan bêtirî 273 milyon dînar ji bo koçberên Şingal û Zumarê hatin komkirin

Dihok-KDP.info- Piştî ku di însiyatîvekê de rêveberiya giştî ya ewqafa Dihokê bi hevkariya liqa Dihokê ya Yekîtiya Zanayên olî, bi mebesta alîkarîkirina koçberên Şingal û Zumar, daxwaz ji hemû gotarbêjan kir ku welatiyan han bidin daku alîkariya koçberan bidin, bêtirî 273 milyon dînar hat komkirin.
Serokê liqa Dihokê ya Yekîtiya Zanayên olî, Mela Enes Doskî, ragihand, gotara roja îna bûrî li seranserî parêzgeha Dihokê ji bona komkirina alîkariyan bû ji bo koçberên Şingal û Zumar, welatî bi awayekî mezin bi bangewaziyê ve hatin û bêtir ji 274 milyon dînar ji wan re hate komkirin, ew biryar jî bi serperiştiya komîteya bilind ya Ewqafa Dihokê û Yekîtiya Zanayên Îslamî, bi ser birayên koçberên Şingal û Zumarê li Dihkê hat belavkirin.




