Mesrûr Barzanî hevkariyên Frensayê bilind nirxandin

Hewlêr-KDP.info- Şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê Franseyê yê li Îraqê kir.
Îro Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Franseyê yê li Îraqê û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de her du alî behsa peywendiyên dostane û dîrokî yên di navbera her du gelên Kurd û Franseyê de kirin.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa pêşhatên vê dawî ên ewlekarî yên deverê û herwiha girîngiya bernameyeke giştî bo çareser kirina êrîşên terorîstên DAIŞê hate kirin.
Mesrûr Barzanî spasiyên gelê Kurd jiber gehandina hevkariyên pêwîst û herwiha hewldanên Franseyê bo handana civaka navnetewî bo hevkarî kirina Kurdistanê pêşkêşî Franseyê kir.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de herwiha behsa pêşveçûnên hêzên pêşmerge kir bi taybetî di ware rizgar kirina çend navçeyên ku di destê terorîstên DIŞIê de bûn.




