Mesrûr Barzanî li gel şandeke Berîtanî civiya

Hewlêr-KDP.info- Şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê pêşwaziya heyeteke Parlementoya Berîtanyayê kir.
Îro Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke Parlementoya Berîtanyayê kir.
Di vê hevdîtinê de weke beşek ji hewldanên berdewam yên bo dilniya bûn ji pêdiviyên Kurdistanê yên bo rûbirû bûn û bersif dana êrîşên terorîstî yên ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve bo ser Kurdistanê tên kirin, Mesrûr Barzanî tekez li ser pêdiviyên zêde û hevkariya dost û hevpeymanan bi taybetî Berîtanya kir.
Her derbarê êrîşên han de Mesrûr Barzanî weke komkujî behsa karesata ku li ser Şengal û gundên derdor hatiye sepandin kir û behsa qurbaniyên hêzên pêşmerge li her du mehên derbasbûyî kir bi taybetî di wan deman de ku terorîstên DIŞIê Mûsil dagîr kirin û dest danîn ser çekên pêşkeftî yên artêşa Îraqê.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Mesrûr Barzanî behsa berdewamiya piştgîrî û hevkariyên civaka navnetewî bo Kurdistanê kir û ew yek anî ziman ku Kurdistan bo ji nav birina terorîstan pêdivî bi hevkariyên zêdetir heye.




