Mesrûr Barzanî daxwaz ji xelkê dike hevkariya koçberan bikin
__2014_08_17_h19m4s47__LB__2014_08_17_h21m2s22__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî derbarê rewşa koçberan de peyamek pêşkêş kir, û têde daxwaz ji xelkê kir ku hevkariya koçberan bikin. Ev jî tekesta vê ye:
Di encama kiriyarên dijî mirovatî yên tevgera terorîstiya DAIŞê ku tevahiya prensîbên mirovatî bin pê kiriye, hijmareke gelek zêde ji welatên Kurd ên Êzidî, Mesîhî û Şebek ji warên xwe koçber bûne û berê xwe dane bajarên din yên Kurdistanê.
Her di destpêka vê prosesê de li ser fermana cenabê Serok Barzanî tevahiya hewldanên heyî hatin bitevger kirin bo gehandina hevkarî û xizmetgozarî bo wan birayên me.
Di vê derbarê de jî xelkê hêja yê Kurdistanê weke her tim hestên xwe yên mirovatî li hember birayên xwe ên aware nîşanda û bi gehandina hevkariyên xwe bo birayîn aware pêgeha çandî û mirof dostî ya gelê Kurd bihêztir kir.
Herwiha saziyên navnetewî û saziyên Kurdistanî jî bi her awayî hevkariya birayên me yên aware kirine û ev yek jî cêyê destxweşiyê ye.
Liwir lazime bi taybetî behsa kar û çalakiyên dezgeha xêrxwazî ya Barzanî bikim ku di warê hevkarî kirina wan birayên me yên aware de roleke serekî û girîng lîstiye, dezgeha xêrxwaziya Barzanî bi wan kiriyarên xwe şanazî û serbilindiyên gelek mezin û dîrokî tomar kir lewre lazime ku spasiyeke taybet pêşkêşî tevahiya karmendên vê dezgehê bikin. Daxwaz ji karmend û stafa dezgeha xêrxwaziya Barzanî dikim ku berdewam bin li ser gehandina hevkarî bo birayên me yên aware û tevahiya hewlên xwe bo gehandina xizmetgozariyeke zêdetir bo wan bitevger bikin û em jî bi her awayî piştgîriya kar û çalakiyên vê dezgehê dikin û daxwaz ji xelkê Kurdistanê jî dikim ku bi rêya dezgeha xêrxwaziya Barzanî an jî raste rast hevkariyên xwe pêşkêşî birayên me yên aware bikin heta ku bi serbilindî wedigerin malên xwe.
Dilsozê we
Mesrûr Barzanî




