26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Poloniyayê amadeye hevkariya Kurdistanê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel şandeke Polonî de, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku cavê Herêma Kurdistanê li ser hevkarî û alîkariyên navdewletî ne, da ku Kurdistan bikaribe li dijî terorîstan raweste û pêdviyên bi sed hezaran ji penaberan peyda bike.

Îro yekşemê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybet yê wezareta derve ya Poloniyayê kir ku bi rêya ew balefira ku hevkarî bo Penaberan bo Hewlêrê anî bû, gehêşte Hewlêrê.

Di destpêka hevdîtinê de Serokwezîrê Kurdistanê spasiya hikûmeta Poloniyayê kir û pişt re behsa rewşa dawî ya siyasî û ewlekarî ya deverê û herwiha behsa rewşa leşkerî ya deverê û şerê navbera hêzên Pêşmerge û terorîstên DIŞIê kir.

Her di vê hevdîtina han de her du alî tekez li ser girîngiya hevkariya civaka navnetewî bo Kurdistanê li hember terorîstên DIŞIê de kirin.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku niha Kurdistan li benda hevkariyên navnetewî bi taybetî hevkariyên Ewropayê ye daku bikarêbe şerê terorîstên DIŞIê bike û pêşiya bihêzbûna wan bigire û herwiha bo hevkarî kirina hezaran Penaber li Kurdistanê de jî hikûmeta Kurdistanê pêdiviya xwe bi hevkariya welatên Ewropayî heye.

Di berdewamiya hevdîtina han de heyeta Poloniyayî eşkere kir ku hikûmeta Poloniyayê amadeye bi her awayî hevkarî û piştgîriya hikûmeta Kurdistanê bike.

Heyeta Polonî herwiha kêfxweşiya xwe jî ya li hember serkeftina hêzên Pêşmerge li hember terorîstên DIŞIê diyar kir û got: Di rojên derbasbûyî de wezîrên derve yên YEê derbarê rewşa Kurdistanê de civiyane û di vê civîna han de jî Poloniya bo gehandina hevkariyan bo Kurdistanê roleke gelek girîng lîstiye.
 

Nûçeyên têkildar