25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Elî Ewnî: Hinek welatan dixwest me bixin nava şer.. Ev şer baca peyama serxwebûna Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê liqa 20 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Şêxanê, behsa pêşrewiya pêşmerge li çend cihekî dike, û wê yekê diyar dike ku DAIŞê xwe ji êrîşkirinê guhertiye bo berevaniyê û revandinê, herwiha tekez dike ku di vê rewşê de hinek dewletan xwestin ku em têkevin nav şerê ligel DAIŞê, ji ber ku destekî derekî li pişt wê rêxrawê ye, û tişta ku bi ser Kurdistanê de hatiye, baca wê peyama ku daxwaza serxwebûnê dike.

Elî Ewnî, Berpirsê liqa 20 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Şêxanê, ji KDP.info re got: Li gelek cihan DAIŞ di rewşa bergiriyê û revandinê de ne, bi awayekî ku berê êrîş dikirin, lê niha niha êrîşên wan kêm bûne, ji ber ku beşekî mezin jo hêza wan têkçûye.

Ewnî ew yek jî diyar kir ku Pêşmerge niha li gelek mîhweran destkeftên baş bi dest anîne û pêşrewiyekî mezin kirine, bi taybetî li xazir û gundên pêş tilkêf û bendava Mûsilê.

Bê ku amajeyê bi tu dewletekê bike, dibêje: “Di vê rewşê hinek welat xwestin ku em têkevin nav şerê ligel DAIŞê ji ber ku destekî derekî li pişt wê rêxrawê ye, û tişta ku bi ser Kurdistanê de hatiye, baca wê peyama ku daxwaza serxwebûnê dike.”

Berpirsê liqa 20 ya PDKê got: “Bi hewla cenabê Serok Barzanî, çendîn welat hatine alîkariya Herêma Kurdistanê û şerê DAIŞê dikin, ev yek bi temamî hêza dîplomasiya serkirdatiya Kurd û cenabê Serok Barzanî diyar dike, di heman demê de em li hêviya gehiştina çekên giran ji bona hêzên Pêşmerge.”

Nûçeyên têkildar